Rewşa girtiyan her diçe xerabtir dibe

Ji ber negirtina tedbîrên pêwîst ji aliyê hikumeta faşîst AKP’ê ve, her roj metirsî û fikarên li ser rewşa girtiyan zêde dibin.Tevî ku gelek girtî nexweş in jî dîsa ne tên dermankirin û ne jî tên berdan. 

Eşkere bû ku li Girtîgeha Hejmara 5’an a Sîlîvriyê ji bilî tecrîdê, tedbîr jî nehatine girtin.

Yek ji 2 girtiyên ku bi gumana şewbê test li wan hate kirin, Zafer Saglam e.

Bavê Saglam, Emrîhan Saglam diyar kir ku encama testa kurê wî neyînî bû, lê ev 11 roj in di hucreya yek-kesî de ye.

Piştî bavê min bimire, wê were berdan gelo?

Her wiha Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê rewşa wî giran e, bi mirinê rû bi rû maye.

Keça wî DÎlan Kaya diyar kir ku bersiv nedane daxwaza wan û got:

“Piştî ku bavê min bimire wê wî berdin gelo?”

Her wiha Parêzer Şîar Rişvanoglu, ji bo girtiya nexweş Merve Aydogan ku li Girtîgeha Jinan a Bunyanê girtî ye, serbest bê berdan, serî li Dadgeha Înfazê ya Qeyseriyê da.

Back to top button