Li Sûdanê, ji ber lehiya li 11 eyaletan rabû, herî kêm 84 kes mirin, bi hezaran xanî jî xera bûn.
Berdevkê Parastina Sivîl a Neteweyî ya Sûdanê Ebdul Celîl Ebdulrahîm bi daxuyaniyekê got,
“Ji destpêka serdema baranê û vir ve li 11 eyaletan bi giştî 84 kesan jiyana xwe ji dest dan, 61 kes jî birîndar bûn.”
Hate ragihandin ku piraniya kesên mirîn ji ber elektrîk û hilweşîna xaniyan jiyana xwe ji dest dane.
Ebdul Celîl Ebdulrahîm diyar kir ku li tevahiya welêt 8 hezar û 400 xanî hilweşiyane û xisar li zêdeyî 27 hezar û 200 xaniyî bûye.
Barana zêde ya li Sûdanê ku ji Hezîranê heta meha Cotmehê dewam dike, zerareke mezin dide binesazî û çandiniyê.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku baran û lehiyê ji meha Tîrmehê û vir ve bandor li 102 hezar kesî kiriye.
Li başûrê welêt derdora 50 gund di nava avê de man.
Ev jî bû sedem ku 65 hezar kes cih biguherîne.