Şêxmûs Ehmed: Divê siyaset ji xebata mirovî were cudakirin

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed li ser girtina deriyê Til Koçer dibêje “Ev biryareke siyasî ye û armanc jê ew e zextê li Rêveberiya Xweser bikin.” Şêxmûs Ehmed bang li civaka navneteweyî kir ku vê biryarê ku gefan li jiyana şêniyan dixwe, di ber çavan re derbas bike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçber û penaber li 15 kampên fermî dimînin.

Tevî wê jî dergehên herêmê ji alîkariyên mirovî û tenduristî re girtî ne.

Piştî ku Deriyê Til Koçer bi biryara vetoya Rûsya û Çînê hat girtin; alîkarî nema ji koçberan re tê şandin .

Têkildarî mijarê Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku ger deriyê Til Koçer girtî bimîne, wê bandoreke neyinî li jiyana şêniyan bike.

Li ser armanca girtina derî jî Şêxmûs Ehmed got:

“Armanc jê ew e ku zextê li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin da tawîzan bide hikumeta Şamê û Rûsya.”

Şêxmûs Ehmed dibêje sînorê Til Koçer rêya sereke ya ku NY`yê alîkariyên mirovî tê re derbasî herêmê dikir, lê niha ji hemû aliyan ve herêm dorpêçkirî ye.

Dawiya nirxandina xwe Şêxmûs Ehmed tekez kir Divê Rûsya û Çînê siyasetê ji karê mirovî cuda bikin ji ber ku hewcedariya herêmê, di nav de koçber, bi alîkariyên mirovî heye .

Back to top button