Wezîrên Parastinê yên NATO civiyan

Welatên NATO her çiqasî dibêjin ew ê leşkeran neşênin Ûkrayna û li dijî Rûsya şer nekin, lê dîsan jî çavê wan li ser herêmê ye. Wezîrên Parastinê yên NATO civiyan. Mijara sereke careke din rewşa li Ûkrayna bû. Sekreterê Giştî yê NATO Stolteberg careke din piştevaniya bo Kîevê anî ziman. Polonya jî ji bo Ûkrayna pêşniyara “hêzek aştiyê” ya NATO bo welat dike.

Di demekê li cîhanê şerek mîna yê Ûkrayna û Rûsya heyî de, çav li ser NATO ne.

Her çiqasî NATO teqez dike ku ew ê leşkeran neşêne Ûkrayana lê dîsan kîjîna kêliyê çi dibe nezelale.

Bi pêşengtiya Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg, Wezîrên Parastinê yên welatên NATO li paytexta Belçîka Brukselê despê kir.

Wezîrên Parastinê yên Ûkrayna, Gurcistan, Swêd û Fînlandiyayê ku ne-endamên tifaqê ne û Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya YE Josep Borrell jî ji bo civînê hatin vexwendin.

Ev civîn beriya, lutkeya Lîderên NATO ya bi mijara Ûkrayna 24’ê Adarê pêk were hate lidarxistin.

Di heman demê de ji ber vê yekê civîn xwedî girîngiyeke sereke ye.

Beriya civînê Stoltenberg û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin ji rojnamevanan re diyar kiribûn ku êrîşa Rûsyayê ya li ser Ûkraynayê “dagirkeriyeke hovane” ye û gotin;

Encamên wê li ser ewlehiya Ewropayê hene.

Jens Stoltenberg îşaret bi wê yekê jî kir ku di civîna îro de, wê encamên bilez ên êrişa Rûsyayê û herwiha helwêsta demdirêj a hevpeymaniyê li hember vê rewşê bê gotûbêjkirin.

Sekreterê Giştî yê NATO got, piştevaniya NATO bo Ûkraynayê dê dewam be.

Stoltenberg diyar kir ku NATO berpirsyar e krîz ji sînorên Ûkraynayê dernekeve û destnîşan kir, wan hebûna NATOyê ya li rojhilatê hevpeymaniyê zêde kiriye.

Austin jî got, NATO di piştevaniya bo Ûkraynayê de xwedî yek helwestê ye û wê piştevaniyê dewam bike.

Polonya bo Ûkrayna pêşniyar “mîsyona aştiyê” ya NATO kir

Li aliyekî din, Alîkarê Serokwezîrê Polonya Jaroslaw Kaczynki pêşniyar kir ku li Ûkraynayê li dijî Rûsyayê “hêza aştiyê” ya NATO were damezrandin.

Ev pêşniyara Polonya piştî hevdîtina doh serokwezîrê welat ya li Kîevê hat.

Di vê navberê de Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz careke din destwerdana hêza NATO li Ûkrayna red kir û xwest tenê piştevanî were dayîn.

Serokê DYA Biden li ser rêya Ewropa ye

Serokê DYA Joe Biden jî xwe amade dike di civîna Lutkeya Lîderên NATO ya 24’ê Adarê de amade be.

Her wiha tê payîn ku îro Biden ji bo piştevaniya Ûkrayna 800 milyon dolarê din yê alîkariyê ragihîne.

Back to top button