Li Çilaxa 16 hezar îmze hatin komkirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta terorê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li navçeya Çilaxa ya Qamişloyê 16 hezar û 284 îmze hatin komkirin.

Ji 12`ê Çileyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava derxistina PKK`ê ji “lîsteya terorê” dewam dike û di vê çarçoveyê de heta niha bi deh hezaran îmze hatine komkirin..

Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) îro bi daxuyaniyekê encamên hemleya li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê eşkere kirin.

Endama rêveber a Nivîsgeha PYD`ê ya li navçeyê Fatme Meşel daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin di encama serdanên 53 gundên navçeyê de 16 hezar û 284 îmze hatin komkirin.

Hat diyar kirin PKK ji bo jiyana hevbeş, xwişk û biratiya gelan, azadî û wekheviyê têdikoşe û ji bo derxistina PKK`ê ji lîsteya terorê banga bilindkiirna têkoşînê hat kirin.

Back to top button