Parêzer Mihemed Cemîl têhildarî van zextan anî ziman ku dewleta Tirk qanûnên parastina mafên mirovan, bi taybet ên girtiyan binpê dike û got: “Dewleta Tirk tevî ku peymanên di vî alî de îmze kirine jî, lê her cure îşkence li dijî girtiyan pêk tîne û rêxistinên mafên mirovan jî bêdeng in.”
Parêzer Mihemed Cemîl ji ajansa ANHA’yê re axivî û diyar kir îşkenceya di girtîgehên Tirkiyê binpêkirineke metirsîdar a mafên mirovan û ev got :
“Li gor rêgezên bingehîn ên têkildarî nêzîkatiyên bi girtiyan re ku di Kongraya Yekemîn a NY de hatine destîşankirin, nabe nêzîkatiyên ne mirovî li hemberî girtiyan were kirin.”
Cemîl da zanîn ku Dewleta Tirk tevî ku hemû peymanên Cinêvê yên 1, 2 û 3 îmze kirine, lê hemû cure îşkence li dijî girtiyan pêk tîne û bi vê yekê tevahî qanûnan bin pê dike.
Cemîl bang li rêxstinên navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û sûcnê dewleta Tirk rawestînin.