Koçberên li kampên Minbicê bang li rêxistinên navnetewî kirin ku ji bo vekirina Deriyê Til Koçer bikevin nava tevgerê.
Koçberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet koçberên kampên Minbicê ji ber rewşa aborî ya xerab, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber girtina dergehan û bi taybet dergeha Til Koçer, koçber û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelek zehmetiyên jiyanî re rû bi rû ne.
Di dawiya daxuyaniyê de, koçberên li kampên Minbicê bang li sazî û hêzên navnetewî kirin ku alîkariyê bikin û ji bo vekirina derî bikevin nava tevgerê.