Hisên El-Elî: daxuyaniyên Beşar dûrî rastiyê ne û derew in

Nerazîbûnên li dijî Hekîm Beşar yê ENKS’yî ku dagirkeriya li Efrînê rewa dike zêde dibin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Hisên El-Elî diyar kir armanca Ebdulhekîm Beşar bi nîşan dide ku ew xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.
Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê jî Hekîm Beşar şermezar kir û diyar kirin ew şirîkê sûc û hovîtiya li Efrînê ne.

Derbarê idîayên Ebdulhekîm Beşar ku endamê ENKS’ê ye û di heman demê cîgirê serokê Îtîlafa Sûriyê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker e , ku beriya çend rojan gotibû tu sûc û binpêkirin li Efrînê pêk nehatine kirin û raporên der barê vê mijarê de derketine derewandin, bertek zêde dibin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd Hisên El-Elî der barê vê yekê de ji ajansa Hawarê re axivî.

Hisên El-Elî diyar kir armanca Ebdulhekîm Beşar bi derwandin pêkanîna sûc û binpêkirinan li Erfrînê ku xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk bike û dagirkeriya Tirk li ser Efrînê rewa bike û da zanîn ku daxuayniyên Beşar dûrî rastiyê ne û derew in.

Hisên El-Elî: ENSK`ê berpirsa daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar e

El-Elî destnîşan kir ku kesayetên mîna Ebdulhekîm Beşar û alîgirên wî êdî weke muxalif nayên hesibandin û bûne amûr di destê dewleta Tirk de, her wiha da diyarkirin ku ENSK`ê berpirsa daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar e û divê helwesta xwe zelal bike.

El-Elî bal kişand li ser sûc û hovîtiya ji hêla çeteyên dagirkeriya tirk ve li Efrînê tê kirin û wiah got:

“Li pêşiya çavên cîhanê bi hezaran efrînî ji warên xwe koçber bûn û niha di nava kampan de ne. Heger daxuyaniyên Ebdulhekîm Beşar rast bin çima şêniyên Efrînê venagerin malên xwe? Hemû kesên vedigerin yan tên kuştin an jî tên girtin.”

Elî Hisên destnîşan kir ku divê ENKS dev ji hewldanên ku dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk û parçebûnê di navbera Kurdan de zêde dike, berde û xwe ji Îtîlafa Sûriyê vekişîne.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Ebdulhekîm Beşar sembola xiyanetê ye

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê bi daxuyaniyekê axaftina endamê ENKS’ê Ebdulhekîm Beşar ku goti bû ‘li Efrînê ti sûc û binpêkirin nîne’ şermezar kirin û bang li hemû saziyên navdewletî kir ku li dijî kesên sîxur ku bûne sembola xiyanetê xwedî helwestê bin.

Back to top button