Salvegera damezrandina PKK’ê

Bixwe bawer be, têbikoşe û çareseriyê biafirîne.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ev hersê taybetmendî weke cewherê PKK’ê pênase kir û got;
Ji roja xwe a pêşî, PKK’ê tevgereke bawerî û îmanê pêşket.

Cemîk Bayik ku Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê ye, beriya vê bi 44 salan bû yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanaê.

Bi rasthatina salvegera damezrandinê, Bayîk ji Ajansa ANF re axivî û behsa têkoşîna PKK’ê kir.

Cemîl Bayik: PKK Rêber Apo bixwe ye

Bayik li ser taybetmendiyên PKK’ê ev nirxandin kir:

Rêber Apo çibe, PKK’ê ew bixwe ye. PKK’ê li ser hîmê zanîstê hatiye damezrandin, lewma ji roja destpêkê ve her pêş ketiye.

Eger Rêber Apo Newroza 1973’an weke roja destpêkirina gava pêşî ya partîbûnê diyar kiribe, ev ji xwe ve nebû.

Wê rojê wateya rasteqîn li Newrozê hate barkirin. Ew jî berxwedan, têkoşîn û serhildan bû.

Bayik: Rêber Apo Kurd ji nû ve vejand

Rêber Apo ew dîroka ku mêtingeran ji holê rakiribû û dabû windakirn û jibîrkirin, careke din ji nû ve vejand. Gelê Kurd bi kok û dîroka xwe re kir yek. ”

Bayik da zanîn dema ku Rêber Apo got “Kurdistan Metîngeh e” û gav avît dizanî bû ku li dijî cîhana heyî derdikeve û got:

“Ji ber ku cîhana heyî Kurdistan parçe parçe kiribû û li ser Kurdistanê siyaseta qirkirinê birêve dibir. Û digot kurd û kurditan tuneye.

Eger ku ewqasê li ser Rêber Apo û PKK’ê tecrîd, komplo û konseptan birêve dibin û dixwazin tasfiye bikin û qirkirina Kurdan pêş bixin, sedemê xwe ev e.”

“Îro kes nikare bê Rêber Apo PKK siyasetê bike”

Cemîl payik daxuyakirin ku Rêber Apo kurd ji cîhanê da qebûl kirin û wiha berdewamî da axaftina xwe:

Cîhanekî ku PKK û Kurd qebûl nedikir û bi temamî siyaseta qirkirinê ji bo xwe esas girtibû, îro dibîne ku bêyî Rêber Apo, PKK û Kurd nikare siyasetê bikin.

Rêber Apo, Kurd ji mirinê derxist, zindî kir û gihand vî astî. Ew gelê ku ber bi mirinê ve diçû, îro bûye gelekê ku hêviya wê her kesek ji bo xwe mînak werdigire.

Bi xwe bawer be têbikoşe û çareseriyê biafirîne”

Bayik xisletê Rêber Apo yê “Bixwe bawer be, têbikoşe û çareseriyê biafirîne” ku PKK’ê de pêşxistiye bibîrxist û got::

“PKK ji destpêkê ve bû tevger û îrade, bû tevgereke bawerî û îmanê.

Li ser vî esasî pêş ket.

Û dîsa ji ber ku li ser tiştên amade pêş neket, lewre çêkirin ji bo xwe esas girt.

Tu yê çêbikî, tu yê çêkirî mezin bikî ku bikaribî armancê xwe pêk bînî.

Ji bo wê jî hêj di destpêkê de sekinîna li dijî zor û zehmetiyê ji xwe re esas girt.

Ti carî derfetên amade û rêyên hêsan neda pêşiya xwe.

Ji ber ku dizane li Kurdistanê rihetî nîne, dizane ku tu çi bikî tu yê bi xwe bikî, kesekî ku tiştekî bide te nîne, ji ber ku her kes li dijî te ye û dixwaze te ji holê rake.

Tu yê bi xwe bawer bikî, ji bo xwe têbikoşî û ger bixwazî tiştekî bi dest bixî tu yê têkoşîna xwe pêş bixî, çareseriyê jî di xwe de pêş bixî.

Back to top button