Leşkerên dewleta Tirk li ser sînor li herêmên dagirkirî, ciwanek êşkence kirine ku ji ber wê jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî Efrîn POST hate ragihandin êvara duşemê dema ku ciwanê bi navê Emar Yasir Elseîd dixwest derbasî aliyê din ê sînor bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hat girtin û êşkence kirin.
Emar Elseîd ji gundewarên Helebê ye û dixwest derbasî aliyê din bibe ji ber ku xizmên wî li Tirkiyê di bin kavilên erdhejê de ne.
Hate diyarkirin ku leşkerên Tirk bi hesinekî serê Elseîd şikenandin û di encamê de jiyana xwe ji dest da.



