Li Başûrê Kurdistanê kampanyaya komkirina alîkariyê didome

Li Başûrê kurdistanê bi piştevaniya gel, partî û saziyan komkirin û şandina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê didome.

Ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê li bakurê kurdistanê, gel di nava komkirina alîkariyê de ye.

Kampanya HDP’ê ya li Hewlêrê di 9’ê Sibatê de destpêkir, roj bi roj mezintir dibe.

Organîzatorê kampanyaya HDP’ê banga piştevaniyê kir

Yek ji organîzatora kampanyaya alîkariyê dibêje:; “Divê em piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Em bang li saziyên ragihandinê dikin ku bi piştgirîdayîna kampanyayê rol bilîzin.”

Girûba jinên azad piştgirî dan kampanya HDP’ê

Grûba Jinên Azad jî serdana Nûnertiya HDP’ê kirin û piştgirî dan kampanya alîkariyê.

Herwiha banga tevlîbûna kampanyayê hat kirin..

Li aliyê din, Kampanyaya komkirina alîkariya ji mexdûrên erdhejê li sînorê îdareya Raperînê jî dewam e.

Kampanyaya komkirina alîkariyê ya li Raperînê berdewame

Organîzatorên kampanyayê bang li welatiyan kirin ku hîn zêdetir beşdarî kampanyayê bibin.

Back to top button