Komploya Navnetewî li Rûsyayê hate şermezarkirin

Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li bajarê Saratov ê Rûsyayê jî hate şermezarkirin.

Li navçeya Krasnokût a herêma Saratov a Rûsyayê, Kurd li hev kom bûn û komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Li wir Serokê Otonomiya Kurd a Krasnokûtê Remezan Bûdakov axivî û diyar kir ku armanc ji komployê
têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, teslîmgirtina gelê Kurd bû, lê nekarîn encamê bi dest bixin.

Bûdakov destnîşan kir ku gelê Kurd bi saya fikrê rêber APO hebûna xwe parastiye û li tevahiya cîhanê tê qebûlkirin.

Bûdakov diyar kir ku dewleta Tirk nekarî bi komployê encamê bi dest bixe, lewma tecrîdê giran dike û got:

“Heta azadiya Rêberê me, têkoşîna me wê bidome û mezin bibe.”

Back to top button