Ronahî Serhad: PKK ji dema damezrandinê girîngiyeke mezin da jinê

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad derbarê salvegera damezrandina PKK’ê de axivî û got:” Partiya me garantora têkoşîna azadiya jinê ye. PKK’ê ji dema damezrandinê girîngiyeke mezin da jinê”.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad tevlî bernameya Xwebûn a Jin TV bû.

Ronahî Serhad anî ziman ku li cîhanê bi taybetî jî li Rojhilata Navîn gelek rêxistin û komeleyên jinan ava bûn û got:

Bêguman avabûna partiya me di nava rojekê de bi rengekî bêbingeh pêk nehat.

Beriya partiya me ya jinê ava bibe, avabûna PKK’ê û kesayetiya Rêber Apo zemîn da avabûna partiyeke bi vî rengî.

Ronahî diyar kir ku PKK ji dema damezrandinê de girîngiyeke mezin da jinê û wiha anî ziman:

Yek ji du jinên ku di dema damezrandinê de amade bû hevala Sakîne Cansiz bû.

Ev tevlîbûn ji roja destpêkê ve zêde bû û dewam kir.

Ji rêxistiniya gel a destpêkê ya PKK’ê heta bi destpêkirina tevgera gerîla di her astê de jinên Kurd cihê xwe di nava vê tevgerê de girtin, xwe perwerde kirin, bi rêxistin kirin û mezin kirin.Artêşa ku hate avakirin jî artêşbûneke leşkerî ya klasîk nebû. Vê artêşbûnê xwe ji aliyê leşkerî, siyasî û civakî ve bi rengê jinê bi rêxistin kiribû.

Endama Koordînasyona PAJK’ê da zanîn ku Partiya ya jinê ya heyî, li gorî biryarên di kongreya YAJK’ê de hatin girtin, xwe bi rêxistin kir û wiha bi lêv kir:

YAJK bû modela destpêkê ya partiya me ya jinê.

Weke partiyeke jinê em di heman demê de endameke PKK’ê ne.

Yanî jinên PAJK’î hemû di heman demê de PKK’î ne.

Bêguman di bername û rêziknameya PKK’ê de azadiya jinê armanca bingehîn e.

Ronahî Serhad: Partiya me dibe garantora têkoşîna azadiya jinê

Ronahî Serhad dawiyê de teqez kir ku gelek şoreşên cîhanê de jin hebûn lê hemû di asta dûyemin de dihat nîşandan.

Partîbûna jinê ya di nava şoreşa me de ji bo pêşîgirtina li vê yekê ye.

Têkbirina mejiyê serweriya mêr ku di nava pênc hezar salî de ava bû hêsan nîne.

Ji bo vê jî pêwîstî bi artêşeke ji milîtanên fedaî heye.

Ji ber vê yekê partiya me bi avakirina vê hêza fedaî dibe garantora têkoşîna azadiya jinê.

Back to top button