Tevgera Azadî: Teqîna li Silêmaniyê encama siyaseta hikumeta herêmê ye

Ji ber bûyera li Silêmaniyê, Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî, PYD’ê û TEV-DEM’ê bi daxuyaniyên cuda hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan re parve kirin. Di peyaman de hat gotin ku buyerên bi vî awayî encama siyaseta hikumeta herêmê ye.

Derbarê teqîna li parêzgeha Silêmaniyê ku di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji des dan û 13 kes birçndar bun peyamên sersaxiyê hatin dayîn.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê peyama sersaxiyê de û ev tişt got:

Em hevxemiya xwe bi xelkê Silêmanî re parve dikin û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Divê saziyên peywendîdar bûyerê lêkolîn bikin û sedema wê bibînin.

Pêwîste rê li ber karesatên bi vî awayî werin girtin, gelek malbat hene ji bo xwe-germkirinê sîstema gazê ya bi vî awayî bikartînin.

Ev bûyer encama nebûna stratejiyek Hikumeta Herêmê ya a ji bo jiyana welatiyane.

PYD: Em ji gelê Silêmaniyê re aştî û ewlehî dixwazin

Bi heman armancê Meclisa Giştî ya PYD’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku “Birîna her beşekî Kurdistanê birîna Rojavayê Kurdistanê ye jî.

PYD’ê di peyamê de sersaxî ji xelkê silêmaniyê, YNK’ê û tevahî malbatên qurbaniyan re xwest û hêviya şîfaya lezgîn ji bo birîndaran kir.

Her weha ji gelên Kurdistanê re aştî, ewlehî û azadî xwest.

TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyên Silêmaniyê re xwest

Derbarê heman bûyerê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê jî peyameke sersaxiyê da û tê de wiha got:

Em Sersaxiyê ji gelê Kurd, di serî de şêniyên Silêmaniyê, malbatên teqînê re dixwazin û hêviya şîfaya lezgîn ji birîndaran re.

Di teqîna li Silêmaniyê de 15 kesan jiyanan xwe ji dest dane

Back to top button