Jinên li kampa Berxwedan: Ji bilî berxwedanê vebijêrkekî me nîne

Jinên Efrînî yên li Kampa Berxwedan diyarin ku ji ber dorpêça hikumeta Şamê û tunebûna mazotê gelek zehmetiyan dikişinin lê bi berxwedan û têkoşîna xwe dê dorpêçê têk bibin.
Her wiha Endama MSD’ê jî di derbarê dorpêça hikumeta Şamê de bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku li dijî vê dorpêçê xwedî helwestbin.

Bi hatina demsala zivistanê re jiyana koçberên Efrîne li Şehba ji ber dorpêça hikumeta Şamê zehmetir bûye.

Jinên ku li Kampa Berxwedan dijîn, têkildarî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê axivîn.

Koçbera bi navê Eyşe Mihemed diyar kir ku ji ber dorpêça hikmeta Şamê em di nava gelek zehmetiyan de dijîn û wiha got:

“Em gelek zehmetiyan dikişînin.

Li vir ne kehrebe,û ne mazot û ne jî derman hene.

Ji ber dorpêçê doktor nikarin karên xwe bikin.

Ez gelekî nexweş im.

Lê di nava konên berxwedanê de ji bilî berxwedanê vebijerkeke din nîn e.”

Nediye Îbo: Berxwedana me ji dorpêça xurttire

Her wiha koçbera bi navê Nediye Îbo jî destnîşan kir ku 22 roj e li Şehbayê kehrebe tune ye û wiha got:

“Em 22 roj e bê kehrebe ne û em di taritiyê de dijîn. Ne ji tava rojê be em nikarin bi roj xwe germ bikin.

Bi şev betanî heye. Ji bo em avê ji zarokên xwe re germ bikin û serê wan bişon, divê em mazotê bikirin.

Lê mazot nîne. Lê berxwedana me ji dorpêça hikumeta Şamê xurttir e.”

Endama MSD’ê: Hikumeta Şamê dixwaze Şehbayê vala bike

Endama Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Dalya Henan jî têkildarî ambargoya li ser Şehbayê û taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê axivî.

Dalya Henan diyar kir ku bi xurtkirina ambargoya hikumeta Şamê re jiyan li Şehba rawistyaye û ev tişt anî ziman:

“Hikumeta Şamê û dewleta Tirk di çarçoveya plana valakirina Şehbayê êriş dikin û ambargo girantir kirine.”

Dalya Henan di dawiyê de banga li hemû saziyên mirovî kir ku yek ser mudexeleyî ambargoyê bikin û got:

“Jiyana bi hezaran mirovan di xetereyê de ye.

Ev ambargo li dijî hemû pîvan û zagonên mirovî, exlaqî ye.

Divê saziyên derve yên mafê mirovan û yên hiqûqî li dijî vê xwedî helwest bin û zextê li hikumeta Şamê bikin.”

Hesen Koçer: Bi dorpêçê dixwazin Şehbayê valabikin

Back to top button