“Em dikarin di nirxên hevpar de yekîtiya xwe ava bikin”

Serokê Partiya Sosyalîst a Misirê Ehmed Behaedîn diyar kir nirxên ku Ereb, Kurdan û gelên din ên Rojhilata Navîn tînin cem hev, ji tiştên wan ji hev cuda dikin zêdetirin.
Ehmed Behaedîn destnîşan kir ku dijminê wan gelan ê ku dewlemendiyên herêmê talan dike û bi sedan salan bindestiyê li gelan ferz dike, yek e.

Di rojhilata Navîn de her ku diçe yekîtiya Kurd û Ereban xurtir dibe.

Têkildarî mijarê Serokê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Behaedîn axivî û got:

“Bi dehan salan e ku dewletên mêtinger ji bo xêr û bêrên gelên herêmê talan bikin, dewletên herêmê li ser esasê neteweyên dijberî hev parçe kirine.

Pewîste aqilmendên civakê li hev bicivin û ji bo nirxên hevpar nîqaş bikin.

Her wiha li hemberî sloganên neteweperest, mezhebî û îdeolojîk bibin yek.

Ji ber ku pêkhateyên herêmê dikarin mîrasa xwe ya çandî, şaristanî û dîrokî vegerînin.”

Behaedîn di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku dibe di navbera Ereb, Kurd û netewên din de hin nakokî hebin, lê nirxên hevpar ên ku me tîne gel hev ji yên neyînî zêdetirin û got:

“Nexasim ku dijminekî me hevpar heye ku dewlemendiyên herêmê talan dike û gelan ji hev dûr dixe.

“Kurd û Ereb li dijî projeyên Tirk Osmanî divê yekîtiya xwe avabikin”

Çi dagirkeriya Fransa, Îngilîz, çi jî ya Tirk-Osmanî be ku hewl dide xewnên mezinên xwe li ser heremê pêk bînin.

Ev hêz bi nakokiyên etnîk, ol û mezhebî kartînin û xêr û bêra vê heremê talan dikin.

Eger ev nakokiyên heyî û rewşa neqebûlkirina hevdu ya li herêmê dewam bike, dê dewletên herêmê bi xeteriyên mezin re rû bi rû bimînin.

Divê em li dijî van di xalên hevpar de bibin yek.”

Siyasetmedarê misirî Ehmed Behaedîn di dawiya axaftina xwe de ev bang kir:

“Ez bang li hêzên têgihîştî, pêşeng û rewşenbîrên Rojhilata Navîn dikim ku hemû hêzên li dijî dewletên kapîtalîst ên rojavayî tê dikoşin, bînin cem hev û refên wan bikin yek da ku di salên pêş de bikarin berjewendiyên xwe biparêzin.”

Back to top button