Wezareta Karên Derve ya Fransayê vê sibehê ragihand ku wan 35 jin û zarokên DAIŞî ji Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî vegerandine welatê xwe.
Wezaretê eşkere kir ku wan gaveke nû di warê vegerandina hemwelatiyên xwe de avêtiye û got ku 25 zarok û 10 jin ji kampan bo welat hatin vegerandina.
Fransayê di daxuyaniya xwe de spasiya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku bi rêya wê ev gava han pêk hat.
Lê belê têkildarî van agahiyan, heta niha Rêveberiya Xweser ti daxuyanî nedaye.