Çad..Di şerê di nava komên nîjadî de herî kêm 100 kes mirin

Li başûrê Çadê ji ber şerê di navbera komên nîjadî de, herî kêm 100 kesî jiyana xwe ji dest da.

Platforma binavê Peymana Parastina Mafê Mirovan ya Çadê (CTTDH) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da.

Platformê diyar kir ku li gundên Sihep û Ambarit yên herêma Selamet di navbera komên Ereb li aliyekê û komên nijadî yên Dagal û Kîbet li aliyê din şer derket.

Şerê ku hefteya derbasbûyî derketî, li herêmê belav bû.

Di encamê de herî kêm 100 kes mirin.

Platfomê daxuyakirin ku hikumeta Çadê li herêmê rewşa awerte ragihandiye û îşaret bi bêçekirina gel kiriye.

Waliyê Selamet hefteya derbasbûyî ragihandibû ku gelek avahî hatine şewitandin, ji bo cezakirina kesên berpirsyar wan gelek leşker li herêmê bicih kirine.

Back to top button