Li Zapê di encama çalakiyên gerîlayan de leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin.
Arteşa Tirk jî 2 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êrişê çeperên şer ên gerîlayan kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Li gorî vê;
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
27’ê Kanûnê li derdora qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên gerîla yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.
Di encamê de dagirkerek hate kuştin.
HPG: Arteşa Tirk 2 caran bi çekên kîmyewî û qedexe êriş kir
Derbarê êrişên dagirkeriyê de jî HPG ev yek got:
Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 2 caran bi çekên kîmyewî û qedexe
Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kirin.”