Yûnanîstan ji bo YE: Rê nedin ku koçber bibe pergala zextê

Ji ber bikaranîna koçberan weke çekekê, Yûnanîstan bihêrse.
Serokwezîrê Yûnanîstanê Mîtcotakîs diyar kir ku hinek welat ji bo YE dibin zextan de bihêle koçberan weke çekekê bikar têne.
Mitsotakis îşaret bi Tirkiyê kir û ji Ewropa xwest li dijî van helwestan bertekên tund nîşan bide.

Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Mitsotakis piştî hevdîtina xwe ya li gel Serokê Ajansa Parastina Sînorê Ewropa (Frontex) Fabrice Leggeri derbarê rewşa koçberan de axivî.

Kiryakos Mitsotakis got,

“Bikaranîna koçber û penaberan, bi giştî wekî piyonek jeopolîtîkî da ku zextê li Yekîtiya Ewropa bike nayê famkirin”.

Mitsotakis ji bo kêmtir koçber bi rêwîtiya deryayê ji Tirkiyê derbasî Yewnanîstanê bibin bang li Enqereyê kir.

Her wiha bang li Tirkiyê kir ku dora 1500 kesên ji giravên Yûwnanîstanê yên ku daxwazên penaberiya wan hatine red kirin bigire.

Mitsotakis got ev wê bibe “gava yekem a pir girîng di xurtkirina hevkarîya navbera aliyan de”.

Yûwnanîstan ji bo mirovên ku ji Rojhilata Navîn, Asya û Afrîka di salên borî de ji şer û xizaniyê direvin û berê xwe didin Ewropa, bûye welatek navdar.

Ji ber cîrantiya Yûwnanîstan û Tirkiyê û nêzikbûna giravên Yûwnanîstanê bi Tirkiyê re, piraniya koçberên ku bi qaçaxî derbasî welat dibin ji Tirkiyê derdikevin.

Tirkiye di Sibata sala borî de deriyên xwe yên sînor ji penaberên ku dixwestin biçin welatên Ewropa re vekiribû.

Bi vê re bi hezaran koçberî berê xwe dabû Yûnanîstanê.

Ev yek jî bûbû sedema krîza navbera Atîna, Enqere û YE de.

Back to top button