Bolsonaro li DYA rakirin nexweşxanê

Bolsonaro yê li DYA ji bo nexweşxaneyê hate rakirin.
Hemwextî vê heta niha hezar û 500 xwepêşandêr hatine binçavkirin.

Brezîlya bi aloziya ku alîgirên Serokê berê yê welat Jair Bolsonaro derxistîn re tevlî hev bûye.

Ji xwepêşandêrên ku bi ser Avahiya Serokatiya Dewletê û Dadgeha Bilind a Federal kirî de, nêzî 1500 kes hatine binçavkirin.

Di xwepêşandanên li Rio de Janeîro û Sao Pauloyê de, hatin xwestin ku alîgirên Bolsonaro yên hatine binçavkirin bêne cezakirin û neyên efûkirin.

Di vê navberê de, Bolsonaro nexweşxaneyek yê DYA hate dîtin.

Hate îdiakirin ku ew ji ber nexweşiya êşa zig çûye nexweşxanê.

Bolsonaro wêneyê xwe yê li nexweşxaneyê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.

Bolsonaro hûrgulî neda ka ew ê kengê ji Florida, vegere welatê xwe.

Bolsonaro di dema kampanyaya hilbijartinê ya 6’ê Îlona 2018’an de li bajarê Juiz de Fora rastî êrîşa bi kêrê hatibû.

1500 Kes hatin binçavkirin

Li aliyê din hat diyarkirin ku nêzî 1500 alîgirên Serokomar Jair Bolsonaro yên ku avêtin ser Kongreya Neteweyî, Koşka Serokomariyê û Dadgeha Bilind a Federal hatin binçavkirin û bûyer xistin bin kontrolê.

Rayedaran diyar kirin ku kesên tevlî serdegirtina Kongreya Neteweyî ya roja Yekşemê bûne hatin binçavkirin.

Wezîrê Dadê Flavio Dîno di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku piştî êrîşên li ser Kongre, Koşka Serokomariyê û Dadgeha Bilind, ewlehî careke din pêk hatiye.

Alîgirên Serokomarê berê yê rastgirên tund ê Brezîlyayê Bolsonaro ku bi dirûşmeyan daxwaza destwerdana artêşê dikirin, astengiya polîsan şikandin û ketin avahiya Kongreya Neteweyî.

Polîsên ku bi gaza îsotê mudaxeleyî çalakgeran kirin, nekarîn koman bi zorê bikevin avahiya Serokwezaretiyê û Dadgeha Bilind rawestîne.

Piştî hewildanên zêde, hêzên ewlehiyê karîn xwepêşandêran ji van avahiyan derxin.

 

Back to top button