Li Perû ji ber xwepêşandanan jimara kesên mirî derket 43’an

Di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li Perûyê de 17 kesên din mirin.
Bi vê yekê re jimara kesên heta niha mirî derket, 43’an.

Li Perûyê protestoyên ku piştî Serokê berê Pedro Castillo di 7’ê Kanûnê de ji aliyê Kongreyê ve ji wezîfeyê hat girtin û despê kirî, dewam dikin.

Xwepêşanderên ku daxwaza îstifakirina Dina Boluarte ku piştî Castillo bû serokomar û hilbijartineke pêşwext, li nêzîkî balafirxaneya bajarê Juliaca bi hêzên ewlehiyê re ketin pevçûnê.

Hate diyarkirin ku dema polîsan bi gaza îsotê mudaxele kir, ji qadê dengê çekan bilind bû.

Di pevçûnan de, 17 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi vî awayî hejmara kesên ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ji meha Kanûnê û heta niha pêk tên de, derket 43’yan.

“Em dest ji parastina hiqûqê bernadin”

Serokwezîr Alberto Otarola pevçûnên li Juliaca şermezar kir û wekî êrîşek organîze ya li dijî polîsan bi nav kir.

Serokwezîr Otarola got;

Bi hezaran kes hewl dan ku bi ser balafirgeh û qereqola polîsan de bigirin.

Em ê dev ji parastina serweriya hiqûqê bernedin.”

Back to top button