3 roj in devera Sîna’a ya Qamişlo tê paqijkirin

Pêngava paqijkirinê ku ji aliyê TEV-DEM’ê ve hatiye destpêkirin, 16 roj in dewam dike. Di çarçoveya pêngavê de, 3 roj in devera Sîna’a ya Qamişlo tê paqijkirin. Li aliyekî din jî pêngava çandina daran jî berdewam dike.Nivîsgeha Hawîrdorê ya navçeya Şêran a Kobanê li gundê Tehtik, 650 dar çandin.

Li seranserî bakûr û rojhilatê Sûriyê bi slogana “Paqijiya bajar paqijiya civakê ye” TEV-DEM’ê pêngava paqijiyê daye destpêkirin..

Pêngava paqijkirinê li Qamişlo di 28’ê Adarê de dest pê kir.

Gelek sazî û yekîtî jî beşdarî pêngavê dibin û tax û deverên bajêr tên paqij kirin.

Şaredarî jî bi alavên xwe yên paqijiyê ji destpêka pêngavê ve alîkariyê dike.

Pêngav 3 roj in li devera Sîna’a ya Qamişlo dewam dike.

Odeya pîşesaziyê ev erk girtiye ser xwe û wê deverê paqij dike.

Kesên ku beşdarî pêngavê bûne qala girîngiya wê dikin.

Li navçeya Şêran a Kobanê 650 dar hatin çandin

Her wiha li lêleka pêngava paqijiyê, pêngava çandina daran jî berdewam dike..

Di vê çarçoveyê de endamên meclisa navçeya Şêran, saziyên Rêveberiya Xweser û PYD ji bo çandina daran çûn gundê Tehtik yê bajarê Kobanê.

Li gund bi armanca avakirina daristanekê bi navê şehîd Botan Kobanê, nêzî 650 darên sinawber hatin çandin.

Rêveberiya Hawîrdorê heta niha baxçeyek li navçeya Sirîn û daristanek li gundê Şêx Coban ê başûrê Kobanê bi navê şehîd Rustem ava kir û nêzî 3 hezar dar çandine.

Her wiha zêdetirî hezar dar li daristana Kobanê û nêzî 700 dar li Daristana Şehîd Gelhat a li navçeya Çelebiyê hatine çandin.

Back to top button