Li Dêrazorê Asayîşê doh di operasyonekê de meneseyeke avêtina roketan ku ji aliyên komkên girêdayî hikûmeta Şamê dihat bikaranîn desteser kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê desteserkirina meneseyeke avêtina roketan de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Di operasyoneke ewlehiyê de hêzên me li Dêrazorê kamyoneke ku meneseyên avêtina rokêtan li ser bûn desteserkirin.
Ev menese/qaîde di rêya çemê Firatê re derbasî herêmên QSD’ê hatin kirin da ku li dijî hêzên kolîsyonê bên bikaranîn.
Hêzên me kemyonê birin cihekî ewle ji hevxistin û bêbandorkirin.
Em ji gelê xwe re tekez dikin ku em ê her kesê ku hewl dide ewlehî û aramiya gelê me xera bike, bişopînin.”