Rûspiyên Reqayê rola ku di Hevpeymana Civakî ya nû de ji êl û eşîran re hatiye dayîn, bi erênî nirxandin û destnîşan kirin ku Hevpeymana Civakî derfetên berfireh dide êlan.
Rûspiyê êla El Sebxa Tirkî El Sewan diyar kir ku Hevpeymana Civakî, ji bo Rêveberiya Xweser mîna destûrekê ye û wiha got:
“Armanc ji Hevpeymana Civakî, parastina mal û milkan, perwerde, tenduristî û tevahî qadên civakî ye.
Di hevpeymanê de rola êlan li herêmê hatiye parastin.
Di hevpeyamanê de teqezî bi rola çalak a êlan hatiye kirin.
Di mijarên girêdayî gel û êlên li herêmê de, nêrîna êlan hatiye girtin.”
Rûspiyê êla El Welda Yusif El Esed jî da zanîn ku hevpeyman, maf û azadiyan ji tevahî pêkhateyan re misoger dike û wiha anî ziman:
“Di rojên bê de dê encamên erênî yên hevpeymanê diyar bibin.
Beriya derxistina hevpeymanê, êlan roleke mezin lîst.
Lê piştî erêkirina wê, rola wan mezintir bû.”



