Di nava 4 rojan de, 5. Firokeya leşkerî ya Tirk digihêje Lîbyayê

Malperên şopandina tevgera asmanî, gihîştina firokeyeke din a leşkerî ya barhilgir, ji Tirkiye bo baregeha Wetiya ya Lîbyayê, ragihand.

Li gorî Aplîkasyona ”Flight Radar” a şopandina tevgera asmanî, balafireke barhilgir a leşkerî, ji baregeha Qonya ya leşkerî li Tirkiyê, gihîşt rojavayê Lîbyayê.

Ji hefteya borî ve, Enqere firokeyan dişîne Lîbyayê, ku bêhtirî 10 firokeyên barhilgir ên leşkerî yên dewleta Tirk li baregeha Uqbe bin Nafi’ a li rojavayê Lîbyayê danîne.

Her wiha Şemiya borî jî heman aplîkasyonê, gihîştina 4 firokeyên din piştrast kiribû.

Dewleta Tirk hewl dide lihevkirina agirbestê ku 23’ê Cotmehê di navbera aliyên Lîbî de hatibû îmzekirin, bi bin bixe.

Li gorî vê lihevkirinê, nabe Lîbî li ser destê dewleta Tirk werin perwerdekirin, her wiha divê efserên Tirk û çeteyên wê ji hemû baregehên Lîbî derkevin.

Back to top button