KCDK-E ji bo Şengalê banga tevlîbûna çalakiyan kir

Ji bo xwedîderketina li Şengalê, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê bang li her kesî kir ku tevlî çalakiyên 5’ê Kanûnê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin “heta xwerêveberiya Êzîdiyan nebe xwedî statu, wê metirsiya li ser hebûna civaka Êzîdî domdar be.”

Ji lew re, KCDK-E’ parastina vê civakê, ji erkê her Kurdekî bi rûmet dît.

KCDK-E di dawiyê de bang li gel kir ku 5’ê Kanûnê li Ewropa, Kanada, Awûstralya û hemû deverên cîhanê tevlî çalakiya, “Her der Şengal e, her der berxwedan e” bibin.

Back to top button