“Tecrîd li dijî gelê Kurd û gelên bindest e”

Li dijî tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan Parêzer Mihemed Emîn Naîmî axivî..
Mihemed Emîn Naîmî got:
“Tecrîd ne tenê li ser Rêber Abdullah Ocalan e, sîstema tecrîdê li dijî gelê Kurd û gelên bindest e.”

Rêber Abdullah Ocalan ku 23 sal in di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de dîlgirtî ye..

19 meh in agahî jê nayê girtin.

Parêzer Mihemed Emîn Naîmî li ser vê mijarê nirxandin kirin ..

Parêzer Naîmî ragihand ku Dewleta Tirk ji 1999’an û vir ve li Îmraliyê tecrîd û êşkenceyê dike em vê yekî weke sûc dibînin..

Naîmî diyar kir ku Tecrîd ne tenê li ser Rêber Abdullah Ocalan e, li dijî gelê Kurd û gelên bindest e.

Parêzer Mihemed tekez kir ku hevdîtina Ocalan a bi parêzeran û malbatê re mafekî qanûnî û rewa ye ..

“Mafê hêviyê’ ji bo her kesî derbasdar e”

Parêzer Naîmî anî ziman ku dema mijar gelê Kurd û Rêber Ocelan be sazî û hêzên navneteweyî li gorî hiqûqê tevnagerin..

Naîmî destnîşan kir ku li gorî qanûnên navneteweyî ‘mafê hêviyê’ rewa ye û qanûnî ye.”

“CPT bi pîvan tevnagere”

Mihemed Emîn Naîmî bi bîr xist ku CPT bi adîl û bi pîvan tevnagere, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih nîne.

Back to top button