HPC′ê dewreyeke din a perwerdeya li ser bikaranîna çekê bi dawî kir, tê de şêniyên bajêr û taxên Minbicê beşdar bûn.
Piştî du hefteyan ji vekirina Navenda HPC’ê li Minbicê, navend beşa yekemîn a perwerdeya çekan bi dawî kir.
Di perwerdê de şêniyên bajêr ên dilxwaz tevlîbûn, da ku parastina gund û taxên xwe bikin.
Dewre 7 rojan dewam kir û tê de 34 kes ji gund û taxên Minbicê beşdar bûn.
Di perwerdê de waneyên teorîk û pratîkê li ser çekê û semînerên li ser şerê taybet hatin dayîn.
Li gorî berpirsên navendê, armanc ji van dewreyên perwerdê, şênî bi hemû rêbaz û şêweyan ji bo şer amade bin.
Li kêlek wê jî navenda amadekariya vekirina dewreyeke nû di çend rojên bê de dike.