Li Silêmaniyê jinan piştgirî dan raperîna Jinên Rojhilat

Li Silêmaniyê çalakvanên jin ên her çar parçeyên Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî dan raperîna jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Li Parka Hewarî Şar a Silêmaniyê çalakvanên jin ên ji her çar parçeyên Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anîn ziman.

Daxuyanî ji aliyê Pirşing Şaho ve hate xwendin û wiha hat gotin:

“Di encama siyaseta Îranê ya bi salane, jinên weke Reyhane Cebarî, Fihirînas Xusrawanî û li niha Şilêr Resulî û Jîna Emînî dikin hedef.

Şîdeta Komera Îslamî ya Îranê bûye cihê çewisandina nasnameya jin a li mal û kolanê.

Ew jinên ku xebatê ji bo nasnameya xwe ya rasteqîn dikin an tên darvekirin an jî cezayê girtîgehê yê hetaheta li wan tê birîn. Şirîn Elemhurî û Zeyneb Celaliyan mînaka vê ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em jî di vê çarçoveyê de bi navê jinên Kurdistanê dixwazin hemû jinên azadîxwaz piştgiriya xwe ji bo çalakiyan ragihînin, ji ber ku yekgirtin dikare serkeftinê bi dest bixe.”

Back to top button