Li Şengalê nexweşxaneyek nû hate vekirin

Bi destekdayîna civaka Êzidî û xêrxwezên Êzidyan, piştî karkirina 2 salan nexweşxaneyekî nû li Şengalê hate vekirin. Nexweşxane di navbera Sînon û Kersê de hate vekirin.

Di nexweşxaneyê de beşa diran, wîladî, çav, lêkolînxane, beşa emeliyetê û dermanxane li kêleka wê beşa rewşa awarte û cihê çêkirina oksîjenê jî di nexweşxaneyê de heye.

Her wiha beşekî taybet ji bo dermankirina jinên ku di destê DAIŞ’ê de rizgar bûne di aliyê fîzîkê û deronî ve hatiye diyar kirin.

Merasima vekirinê bi amadebûna dehan saziyên Şengalê û rêxistinên sivîl û oldaran ve hate destpêkirin.

Her wiha li ser navê Rêveberiya Nexweşxaneyê Şêrîn Şivan axivî û got: Me bi vê projeyê xwest ku em barê civaka xwe siviktir bikin û pêdiviyên xwe bê ku em ji Şengalê derkevin pêk bînin.”

Piştî axaftinan ji aliyê dayîka şehîd Cîlan ve Şemê Dîro ve derî hat vekirin.

Mehmud Şengalî ku yek ji xwedî projeya avakirina nexweşxaneyê ye axivî û got: “Armanca me ew ku em kar û xebat li ser vê axê pêş bixînin.”

Back to top button