Pentagon: Operasyona Tirkiyê, berjewendiyên me yên hevpar têk dibe

Pentagona Emerîka jî diyar kir ku çi operasyoneke leşkerî ne koordînekirî ji aliyê Tirkiyê ve li dijî bakur Sûrî cihê fikaran e û dê berjewendiyên DYE’yê yên bi Tirkiyê re têk bibe.

Her wiha Berdevkê Pentagon Sean Robertson di kongreyeke çapemeniyê de got, pêkanîan êrîşekê, wê berjewendiyên DYE yên girêdayî ewlehiya bakurê rojhilatê Sûrî bi Tirkiyê re têk bibe.

PENTAGON: YA GIRÎNG TUNEKIRINA DAIŞ Û PÊKANÎNA MEKANÎZMEYA EWLEKARIYÊ YE

Berdevkê Pentagonê hewldanên Dewleta Tirk bi şerê li dijî DAIŞ’ê ve girê da û destnîşan kir ku, wê operasyon rê li pêşiya misogeriya binkeftina DAIŞ’ê qels bike.

Sean Robertson teqez kir ku Pentagon niha giraniyê dide serkeftina “Mekenîzmeya ewlehiyê” ya girêdayî sînor û wekî rêbaza herî guncaw dibîne.

Berpirsê Ragihandina QSD’ê Mustefa Balî jî ji Ronahî TV re gotibû, ew ji bo danûstandinan amade ne, lê eger bi kêr nehatin û Tirkiyê êrîş kir, ew ê sînor veguherînin qada şer.

Leave a Reply

Back to top button