PYD : Dewleta Tirk zemîna êrişê amade dike

PYDʹê jî bi daxwiyaniyekê bersiv dan dagirkeriya Tirkiyê û ev yek got:
“Dewleta Tirk bi tawanên xwe zemîna êrişê amade dike.”

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê bersiv da tawanên dewleta Tirk û got :

“Em wê êrişê wek kiryareke sûc a li dijî mirovên bêguneh dibînin.

Dewleta Tirk dixwaze bi zanebûn berpirsyariya vê çalakiya hovane bixe stûyê hêzên me..

Da ku bi vî rengî êrişên xwe yên li ser gelên herêmê rewa bike.

Dixwaze zemîna êrişên nû yên li ser herêmên me amade bike.

Tişta ku çapemeniya dewleta Tirk belav dike, lîstikeke ku ji aliyê MÎT’ê Tirk ve hatiye çêkirin..

Armanca wê jî xirabkirina wêneya Hêzên Sûriya Demokratîk e ku bihêztirîn rêxistina terorîst a tundrew li cîhanê têk bir. ”

PYD’ê dawiyê bang li civaka navneteweyî kir ku nekeve vê xefika qirêj a dewleta Tirk.

Her wiha bang li gelê Tirkiyê jî kir ku ji propagandayên MÎT’ê Tirk hişyar bin..

Back to top button