Şehîd Ebdulsetar Hemîd li Tebqayê hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulsetar Hemîd bi merasîmkê li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebdulsetar Hemîd li goristana Şehîdan spartin axê. Şervanê QSD’ê 19’ê Nîsana 2021’an li Tebqayê dema erka xwe ya leşkerî bi cih dianî şehîd bû.

Di merasîmê de, ji ber vîrusa Coronayê tedbîr hatin girtin û dûrketina civakî hate parastin.

Kerwanê oxirkirinê ji bajarê Tebqayê ber bi goristana Şehîdan a Tebqayê ve derket.

Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û turaneke leşkerî ji aliyê QSD û YPJ’ê ve hate lidarxistin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, endamê rêveber ê meclisê Mûsa El-Temir axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê endamê rêveber ê meclisê Ebdulqadir Hamid axivî û wiha got: “Şehîd pêşengên me yên manewî ne, ji bo welateke azad û bi rûmet berdêlên giranbuha dane. Em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin.”

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Foza Mihemed nasnameya şehîd xwest û radestî malbata şehîd kir.

Hevalên şehîd, cenazayê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan spartin axê.

Back to top button