Brett Mcgurk li Bexdayê bi Berhem Salih re civiya

Brett McGurk, Nûnerê Amerîka bo Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê duh gihişt Bexdayê. Li wir bi Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re civiye.

Duh Brett McGurk li gel şandeyekê serdana Bexda kir.

Li wir jî li gel Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih civiya.

Piştî civînê Ofîsa serokkomariyê têkildarî naveroka civînê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin “Di civînê de li ser xurtkirina peywendiyên her du welatan nîqaş hat kirin. Her wiha behsa bidawîbûna erka hêzên koalisyonê ya li Iraqê û bihêzkirina hêzên ewlehiyê hatiye kirin.”

9’ê Kanûnê erka leşkerî ya hêzên Amerîkayê li Iraqê bi dawî bû.

Lê belê fermandariya hêzên navendî tekez kir wê 2 hezar û 500 leşkerên Amerîkî li Iraqê bimînin.

Back to top button