2.Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan bi encamnameyekê dawî bû

2’emîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan piştî nîqaşên 2 rojan bi encamnameyekê bi dawî bû.
Di encamnameyê de banga bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Apo hat kirin.
Her wiha ji raya giştî hat xwestin ku Rêveberiya Xweser nas bikin ta ku muzayîka herêmê bê parastin .

“Bi biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin”.

Di bin vê dirûşmê de 2’yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan pêk hat û 2 rojan dom kir.

Zêdetirî 300 oldar , nûnerên taîfe û baweriyên li herêmê beşdar bûn.

Kongire piştî nîqaşên 2 rojan bi encamnameyekê bi dawî bû.

Hevseroka kongireya Islama Demokratîk Delal Xelîl encamname xwend.

Çend xalên girîng ên encamnameyê wiha ne :

  • Ji bo yekirina xîtaba aştiyane ya olî pêkanîna panel û dewreyên perwedeyê ji bo oldaran.
  • Bi boneya sedsala Lozanê bang li tevahî saziyên olî bê kirin da ku erkên xwe yên mirovî bi cih bînin.
  • Ji bo bicihanîna xuşk û biratiya gelan nirxên edalet , hezkirin û aştî vejînin.
  • Hewldanên KNK’ê hatin silavkirin ku li gelek bajaran di nav de Lozan heye panelan li dar dixe.
  • Divê dewletên sponsorên lihevkirina Lozanê Rêveberiya Xweser nas bikin ta ku mozayîka herêmê bê parastin.
  • Bang li saziyên olî û kesayetên li cîhanê hat kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê dengê xwe bilind bikin.
  • Banga girtina qada hewayî ya herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin.

Encamname bi vê peyamê bi dawî bû:

“Em hêvî dikin ku ev kongre, ji bo bicihanîna rêgezên biratiyê dehfek be.

Werin em hev du nas bikin, hevkar bin, bi hev re wek bira bijîn.

Em hêvî dikin ku aştiyeke cîhanî pêk were ku her kes di nav de jiyaneke bi hezkirin û kêfxweşî derbas bikin.”

Back to top button