Li Şerîeya Rojava piştî êrişên Îsraîlê lêkolîn hate dest pê kirin

Filistîniyan piştî êrîşa Îsraîlê ya li Şerîeya Rojava, dest bi lêkolîn li ser ziyanên ku gihane kampê kirin.

Leşkerên Îsraîlî îro êrîşî Şerîeya Rojava kir û welatiyekî Filistînî kuştin.

Hêzên Îsraîlê diyar kirin ku leşkerên wan rastî êrişeke çekdarî hatine û piştre bersiv dane.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir ku ciwanekî 21 salî hatiye kuştin.

Koma milîtanên Cîhada Îslamî ya Filistînê jî ev yek piştrast kir û ew kes wekî endamê xwe ragihand.

Dîmenê kuştina ciwanê Filîstînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve, li ser tora medyayê hate parve kirin.

Ji destpêka sala 2023’an ve di êrişên Îsraîlê de bêtirî 30 kes hatin kuştin.

Êrişên ku di destpêka sala borî de hatin zêdekirin, aloziya li herêmê gurtir kiriye.

Îsraîl dibêje ew ji bo têkbirina hêzên çekdar ên ku êrişî hêzên wan dikin di nava hewildanan de ne.

Aliyên Filistînî jî dibêjin bi van êrişan hêrsa welatiyan zêdetir dibe.

Li Şerîeya eojava teqîn: 2 leşkerên Îsraîlê birîndar bûn

Back to top button