Hemwextî salvegera 4’ê ya dagirkirina Efrînê, şaneyeke veşartî ya Daiş’ê êrişî girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê kir.
Çeteyên Daiş’ê hewl dan girtiyên Daiş’ê ji girtîgehê birevînin.
Çeteyan motorsikletek û erebeyek teqandin.
Piştre li çerxerêya Basil a li taxa Xiwêranê ya bajarê Hesekê, 3 tankerên sotemeniyê teqandin.
Çeteyan ji taxên Zihûr û Hewş Bair derbas bûn, hewl dan xwe bigihînin girtîgeha taxa Sînaa ya girtiyên DAIŞ’î û êriş bikin.
Hêzên ewlekariya girtîgehê bersiva êrişan dan û têk birin.
Ji ber pevçûnan 7 kes birîndar bûn.
Ji wan 5 li nexweşxaneya Hikmê û 2 jî li nexweşxaneya Watanî tên dermankirin.
Berdevkê navenda ragihandina QSD’ê Ferhad Şamî jî têkildarî êrişê diyar kir ku rewş li derdora girtîgehê hatiye kontrolkirin.