YSK: Li nava Tirkiyê nêzî 61 mîlyon kes dikare deng bide

Li Tirkiyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) jimara kesên wê dengê xwe bidin eşkere kir.
Li gorî YSK’ê li nava Tirkiyê nêzî 61 mîlyon û li derveyî Tikiyê jî bêtirî 3 mîlyon kes wê dengê xwe ji bo hilbijartina serokomar û parlamenteriyê bide.

YSK’ê ragihand ku li nava welat wê 60 mîlyon 904 hezar û 499 kes dengê xwe bidin.

Ji bo dengdanê jî li nava welat 190 hezar û 736 sindoq hatine diyarkirin.

Li dervayî welêt 3 milyon û 286 hezar û 786 kes wê li 4 hezar û 969 sindoqan dengê xwe bidin.

Çapkirina pusûleyên hilbijartina serokomariyê 12’ê Nîsanê de dest pê dike.

Çapkirina pusûleyên ku di hilbijartinên parlementoyê de bên bikaranîn jî wê 19’ê Nîsanê de dest pê bike.

Ji ber egeriya hilbijartina serokomariyê wê bo tûra duyemîn bimêne jî wê pusûlayên denganê werin çapkirin.

Ji bo vê yekê wê bi giştî 249 mîlyon û 670 hezar û 310 pusûle werin çapkirin.

Piştî ku şeklê pusûleyan hat diyarkirin û gihîştina qonaxa çapê, bi jimartina cihên ku mohr li ser kaxizê tê çapkirin w bên kontrolkirin.

Ji bo hilbijartinan wê 814 hezar û 120 şablonên dengdanê yên astengdarên dîtinê bên çêkirin.

Ev şablon dê ji aliyê YSKê ve ji navendên dengdanê yên li Tirkiye û derveyî welat re bên şandin.

Back to top button