Çeteyan li Efrînê welatiyê Kurd hisên hidik revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirkiyê li herêmên dagirkirî bi dawî nabe.

Malpera Efrîn NEWS 24 ragihand ku çeteyên dewleta Tirkiyê welatiyê Kurd Hisên Hidik ji xelkê Dêr Sewan revandin.

Heya niha sedama revandina Hidik nehatiye zanîn û ne jî tê zanîn ka çeteyan ew ber bi ku ve birine.

Renda ya 16 salî li hember 4 hezar dolar fidya hate berdan

Duh jî çeteyan zaroka 16 salî Renda Lazgîn dema ku diçû dibistanê revandin.

Li gorî Efrîn NEWS çeteyan îro Renda li hember 4 hezar dolar fidya berdane.

Back to top button