Şêniyên Dêra Zorê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

Çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêbe Apo berdewamin.
Şêniyên Dêra Zorê bi Meşekê banga Azadiya Fîzîkî ya Reber Apo kirin.
Li navçeya Çilaxa PYD’ê li ser tecrîda giran ya li dijî Reber Apo civîneke girseyî lidarxist.

Çalakiyên di çarêoviya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” didomin.

Bi pêştgiriya bi pêngavê re, Şêniyên Dêra Zorê û gundewarên wê meşek li darxistin.

Meş ji pêşiya Meclisa bajarokê Kesra dest pê kir û heta Çarxerêya Dele ya li bajarok dewam kir.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Çilaxa-PYD’ê bi civînekê bal kişand ser tecrîda dijî Rêber Apo

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê jî li bajarokê Çilaxa bi civînekê tecrîda giran ya li dijî Reber APO û rewşa Kurd li herêmê nirxand.

Endamê PYD’ê Mihemed Ebdulrehîm destnîşan kir ku dewleta Tirk ya dagirker bi tecrîdê armancên hêzên komploger pêk tîne û wiha got:

“Îro her kes dibêje ji bo çareseriya qeyranên Rojhilata Navîn, divê Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe”.

Mihemed dawiyê ev tişt anî ziman:

“Divê pirsgêkên herêmê li gorî felsefeya Netewa Demokratîk bê çareserkirin, ji ber ku siyastên dewletên herêmî nakokî û şerê li herêmê kûrtir dike.

Back to top button