Cemîle Tûrhalli: 14’ê Gulanê ji bo vîna me ye

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Şaredarê berê yê Xinûsê Hasan Basrî Firat got:
“Dawiya desthilatê hatiye, wê winda bikin.
Ji ber vê ew qas ditirsin û êrîş dikin.”

Hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nêz dibin.

Bi wê re Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomîn e.

Di çarçoveya xebatên partiyê de duh li bajarê Çewligê mîtîngek hate lidarxistin.

Namzeta parlementeriyê ya Çewligê ya Partiya Çepên Kesk Cemîle Tûrhalliyê li wir axivî.

Cemîle Tûrhalli got:

“14’ê Gulanê ji bo me û vîna me ye.”

Salîha Aydenîz: Dawiya desthilatê hatiye

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî axivî.

Salîha Aydenîz jî got:

Em ê bi milyonan dakevin qadan.

Em ê kolan bi kolan, mal bi mal, tax bi tax xebatên xwe bikin.

Dawiya wan hatiye, wê winda bikin.

Ji ber vê ew qas ditirsin. Ew jî mafdar in, ji ber ku ew ê biçin.”

Hasan Basrî Firat: 14’ê Gulanê ji bo me firsende

Hevşaredarê berê yê navçeya Xinûs a Erzoromê Hasan Basrî Firat jî derbarê hilbijartinên 14’ê Gulanê nirxandin kir..

“Kurdên li welat û Ewropayê divê teqez dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Bila Kurd vê ji bîr nekin û timî bi bîra xwe bixin.

Vê desthilatdariyê îradeya me ya siyasî girt.

14’ê Gulanê ji bo me firsend e.

Ji bo maf, edalet û azadiyê divê em vê desthilatdariya faşîst têk bibin.

“Em di asteke welê de ne ku dikarin ji pergala faşîst rizgar bibin”

Hevşaredarê berê yê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Veysel Keser jî ev yek got:

Ev hilbijartin firsendeke ku Kurd di sedsala duyemîn de rûmet, îradeya xwe nîşan bidin.

Lewma gelekî girîng e.

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li partiya xwe derkeve..

Bi dil û can bixebite û di 14’ê Gulanê de dawî li vê sîstema zordar bîne.”

Back to top button