Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya rewşenbîr û wêjevanên li herêmê li Kobanê wê di 29′ê Nîsanê de çalakiya “Hefteya Wêjeyê” li dar bixe.
Bi beşdarbûna rewşenbîr, nivîskar û gelek kesên heremên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Hefteya Wêjeyî bê li darxistin.
Endamê Dîwana Wêjeyê Aras Hiso derbarê mijarê de ev tişt anî ziman:
“Saziya Dîwana Wêjeyê her sal pirtûkan dinirxîne û dixwîne, destekê dide helbestvan û nivîskaran.
Ji wê zêdetir jî salane çalakiyan li dar dixe, mîna Hefteya Wêjeyê. Par li Qamişloyê bû, îsal jî dê li Kobanê be.
Dê îsal çalakî di 29′ê Nîsanê de dest pê bike û 4 rojan dewam bike û naveroka wê Melayê Cizîrî be.”
Aras Hiso diyar kir ku armanc ji lidarxistina çalakiyê li Kobanê piştgirîdayîn û pêşxistina çalakiyên wêjeyê li bajêr e.
Di vê çalakiyê de berhemên wêjeyî bi taybetî romana kurdî bê nirxandin, piştî xwendina helbest û çîrokan nîqaş li ser wan bê kirin.