Cangoriyên azadiyê li Minbic û Reqayê hatin bibîranîn

Li Minbic û Reqayê jî bi boneya Roja Şehîdan serdana goristanên şehîdan hatin kirin û mûm hatin pêxistin.

Bi boneya Roja Şehîdan, şêniyên Minbicê, cangoriyên azadiyê li Goristana Şehîdan bi bîr anîn.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Rebîh Îzedîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

“Bi boneya Roja Şehîdan divê em xwe di rastiya şehîdên ku dixwazin mirov azad bijî de kûr bikin.

Ji vî cihê pîroz em soz didin hemû şehîdên xwe em ê şopdarên xeta şehîdan bin..”

Piştre beşdaran mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Li Reqayê jî 65 şehîd hatin bi bîr anîn.

Di serî de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ehmed El Hemûd axivî..

Ehmed El Hemûd soza xwe ya şopandina rêya wan heta pêkanîna serkeftinê nû kirin..

Di dawiyê merasîmê de mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin.

Back to top button