Jinên Ereb: Felsefeya Aêber Apo mezintirîn diyarî ji jinan re ye

Jinên ji pêkhateya Ereb fikirên rêber Abdullah Ocalan wek mezintirîn diyariya ji jinan re û derfetekê bi nav kirin û gotin: ”Projeyeke li ser bingeha hêzê hatiye avakirin û Rêber APO bi fikirê xwe cewherê jin û rastiya wan derxist holê.”

Dewleta Tirk a dagirker hîn jî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan dewam dike.

Jinên herêmên Reqa, Tebqa û Dêrazorê tecrîda li ser Rêber APO şermezar kirin û diyar kirin ku fikirên Rêber Abdullah Ocalan wekî zayîneke nû ye ji bo jinan û gelên bindest.

Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Îtîmad El-Ehmed got:

Fikirên rêber Abdullah Ocalan ne ji bo çîneke civakê ne, lê belê ji bo gelê cîhanî bi giştî ne.

Her wiha Rêber APO di nava nameyên xwe de girîngî da jinan.

Endama Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Jinan Emîne Hemdan jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan li gel desthilata Tirk girtî ye, lê belê fikirên wî azad in û wiha anî ziman:

Rastiya belavbûna fikirên Rêber APO rê li pêşiya fedakariya jinan ava kir û gihîşt serkeftinê.

Fikirên rêber Abdullah Ocalan modela jiyana hevbeş a civakê ye.

Endama Rêveberiya Jinan a Dêrazorê Hiyam El-Ehmed jî dibêje:

Rêveberiya Xweser encama têkoşîna jinan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye meşandin, her wiha hewldanên wan ên pêkanîna fikirê Rêber Abdullah Ocalan ê azad e.

Li aliyekî din jî endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê Wella El-Nacî got:

Bi naskirina projeya neteweya demokratîk û fikirê rêber Abdullah Ocalan re derfet ji jinan re çêbû ku bi azadî nêrîna xwe bibêje û xwe bide nas kirin.

Rêber APO bi fikirê xwe cewherê jin û rastiya wan derxist holê.

Back to top button