HPG: Artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên fosfor êriş kir

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi bombeya fosforê ya qedexekirî êrişî çeperên berxwedanê yên Gêrîla kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Li herêma Zapê 21’ê Sibatê li qada Çemço ya ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran teqemenî li çeperên me yên berxwedanê bi cih kirin.

Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi sabotajê li dagirkeran xistin.

Di heman demê de qada Çemçoyê 17 caran bi topên qedexekirî yên ji fosforê û 36 caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Her wiha dijmin, bi şewitandina malzemeyên plastîk hewl dan dûyê bi jehr bişînin nava çeperên berxwedanê.

Di heman rojê de derdora Gundê Bêpalan ê li Qendîlê bi balafirên şer hate bomrkirin.”

Back to top button