Çete 59 kon û alîkariyên pê re hatine ji bo mexdurên erdhejê, desteser kirin

Hovîtiya çeteyan tevî vê malwêraniya mezin ku bi serê xelkê Efrînê de hatiye dewam dike.
Çete ev her du erdhejê ku rû dane wekî derfetekê ji xwe re dîtin û dizî û talankirina xwe didomînin.

Roj bi roj kiryarên hovane yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê zêde dibin.

Ev hovîtî li ber çavên tevahî Cîhanê çêdibin, lê mixabin tu aliyek deng ji xwe nayne.

Cihên birîna erdheja 6’ê Sibatê hê baş nebûbû, erdhejek din jî 20 Sibatê pêk hat.

Ev her du erdhej rê li ber hovîtî, dizî û talankirina çeteyan firehtir kir.

Çeteyên Elemşat 30 kon û çeteyên Mihemed Elfatih jî 29 kon tev alîkariyên pê re hatine, destserkirin.

Hate diyarkirin ku çeteyan bi hêz çek ev kon û alîkarî ji xelkên li gundên Hec Bîlal û Termîşa yên navçeya Şiyê stendine.

Rêxistinên Mirovî bi xwe alîkariyan belav dike da rê li diziyê bigre

Piştî ev bûyerên diziyê ku çêdibin, rêxistinên ku alîkariyê pêşkêş dikin bi xwe hatin herêmên ku li Efrînê zerer dîtine û alîkarî li mexduran belav kirin.

Efrîn POST ragihand ku Meclisa Xwecihî ya girêdayî Tirkiyê çîrokên diziyê ku ji aliyê çekdarên nenas ve tê kirin diafirand da ku ew bi xwe alîkariyan bidizin.

Efrîn POST da zanîn Meclisê alîkariyên ku didizî, difrot bazirganan.

Ji bo ku welatî xerabiyên avahiyên xwe rakin 100 dolarî didin

Her wiha hate diyarkirin ku rê nayê dayîn ku welatiyên malên wan hilweşiyane, xirbeyan rakin.

Meclisa Xwecihî ya ser bi dewleta Tirk ve ji her kesekî dixwaze xerabiyên avahiya xwe rake, 100 dolarî distîne.

Çeteyan 100 darên zeytûnan birîn

Li aliyekî din jî çeteyan zêdetirî 100 darên zeytûnan ê milkê welatiyê bi navê Mihemed Xelîl ê ji gundê Naza ya navçeya Şerayê birîn.

Back to top button