Rêxistina Îtalî: Divê bi temamî nema çek ji Tirkiyê re werin şandin

Ji ber destwerdanên wê li şerê gelek welatan, Rêxistineke Îtalî banga qedexekirina çekan bo Tirkiyê kir.

Rêxistina Aştî û Rakirina Çekan a Îtalî ragihand, ku “divê bi temamî herikîna çekan bo Tirkiye û serokê wê Erdogan were qedexekirin”.

Ev bang jî, li gorî rêxistinê, ji ber binpêkirina mafên mirovan û destwerdana Tirkiyê ya rasterast li Lîbya, Qerebax, Sûriye û Deryaya Spî hat nûkirin.

Jixwe pêr jî senatorê Amerîkî Chuck Schumer desthilatdariya Erdogan, bi binpêkirina mafên Kurdan li Sûriyê tawanbar kir û ji bo binpêkirinên wê yên li dijî mafên mirovan, dengdayînek pêşniyar kir..

Back to top button