Bi durişma “bi şerê gelê şoreşgerî emê bi serkevin” meclisa malbatên şehîdan a herêma Firatê Konfiransa xwe ya 8’emîn li Kobanê li dar xist.
Bi dehan malbatên şehîdan yên herêma Firatê li navenda çand û hûnera Baqî Xido beşarî konferansê bûn.
Di konferansê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Rûken Ehmed axivî û rewşa herêmê nirxandin.
Her wiha perspektîvên rêber Apo hatin xwendin.
Di konferansê de rapora salê ya kar û xebatên malbatên şehîdan hat xwendin.
Konferans bi nîqaş, pêşmiyar û biryaran bi dawî bû.



