Li Nablûsê pevçûn: 10 Filistînî hatin kuştin

Li Şerieya Rojava careke din pevçûnên dijwar pêk hatin.
Artêşa Îsraîlê li Nablûsê êrişî Filistiniyan kir.
10 kes mirin 102 jî birîndar bûn.

Hêzeke mezin ya artêşa Îsraîlê îro bi ser taxa Şêx Muslim a li derdora Bajarê Kevin ê Nablusê kir.

Li Nablûsa ku meheke di nava dorpêçê de ye, pevçûneke dijwar pêk hat.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniyeke kurt de ragihand ku 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wezaretê diyar kir ku jimara birîndaran gihiştiye 102’î.

Berdevkê Serokomarê Filistînê Mahmûd Abbas Nabil Ebû Rudeineh êrîş şermezar kir û xwest tavilê êriş bê rawestandin.

Piştî çend êrişek li dijî Îsraîlê ya li herêmên Nablûs û Cenîn, artêşa Îsraîlê êrişên xwe yên li ser van herêman dijwar kiriye.

Ji despêka 2023’an ve herî kêm 56 Filistînî li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat hatine kuştin.

Back to top button